ÎZMIR
Li Tirkiyeyê 10 salên dawîn di qezayan da 42 hezar û 447 kes mirin û 2 milyon û 26 hezar û 986 kes jî birîndar bûn.
Li Tirkiyeyê salane nêzî milyonekî qeza çêdibin û rojane nêzî 12 kesî di qezayan da dimirin û 555 kes jî birîndar dibin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Serokatiya Xizmetên Trafîkê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê wergirt, di navbera 2004 û 2013an da 9 milyon û 553 hezar û 227 qezayên trafîkê çêbûn.
Di van qezayan da 42 hezar û 447 kes mirin û 2 milyon û 26 hezar û 986 kes jî birîndar bûn.
- Hejmara qeza û birîndaran zêde bû, hejmara miriyan kêm bû
Li gor daneyan di 10 salan da hejmara qeza û birîndaran zêde bû, hejmara miriyan kêm bû.
Di sala 2004an da 537 hezar û 352 qeza çêbûn û 4 hezar û 427 kes di qezayan da mirin û 136 hezar û 437 kes jî birîndar bûn.
Di sala 2013yan da jî ev hejmar bû milyonek û 207 hezar û 354 qeza, 3 hezar û 685 mirî û 274 hezar û 829 birîndar.
- Rojane 12 kes di qezayan da dimirin
Herî zêde di sala 2007an da mirin çêbûn. Di vê salê da 5 hezar û 7 kes mirin. Piştî 2007an hejmara mirinan kêm bû û di sala 2013yan da daket 3 hezar û 685 kesî.
Li Tirkiyeyê salane nêzî 955 hezar, rojane 2 hezar û 600 qezayên trafîkê çêdibin. Di 10 salên dawîn da rojane nêzî 12 hezar kes di qezayan da mirin û 555 kes jî birîndar bûn.
Li gor salan îstatîskên qezayên trafîkê wiha ne:
| SAL |
HEJMARA QEZAYAN |
HEJMARA MIRIYAN |
HEJMARA BIRÎNDARAN |
| 2004 |
537.352 |
4.427 |
136.437 |
| 2005 |
620.789 |
4.505 |
154.086 |
| 2006 |
728.755 |
4.633 |
169.080 |
| 2007 |
825.561 |
5.007 |
189.057 |
| 2008 |
950.120 |
4.236 |
184.468 |
| 2009 |
1.053.346 |
4.324 |
201.380 |
| 2010 |
1.104.388 |
4.045 |
211.496 |
| 2011 |
1.228.928 |
3.835 |
238.074 |
| 2012 |
1.296.634 |
3.750 |
268.079 |
| 2013 |
1.207.354 |
3.685 |
274.829 |