Di lêpirsîna ser DEAŞa rêxistina terorê da biryara binçavkirina 17 gumanbaran hat dayîn
Ankara
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna ser DEAŞa rêxistina terorê da biryara binçavkirina 17 gumanbaran da.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriyê hat dayîn, Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Terorê di encama tedqîqkirina materyalên dîjîtal ên ku di lêpirsînên DEAŞê da hatin bidestxistin da ji bo 17 gumanbarên ku 11 jê biyanî ne, li gorî tesbîtê di nava rêxistina terorê da cih girtine û têkiliya wan bi herêmên pevçûnê ra hene, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriya Şaxa TEMê ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê kar û barên gumanbaran ên sewqkirina wan a ji bo Serdozgeriya Komarê dimeşînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
