Tirkiye

Di lêpirsîna FETOyê da ji bo 143 şikbaran biryara binçavkirinê

Tanju Özkaya  | 14.09.2021 - Rojanekırın : 15.09.2021
Di lêpirsîna FETOyê da ji bo 143 şikbaran biryara binçavkirinê

Ankara

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) da ji bo 143 şikbarên li 43 bajaran biryara binçavkirinê da.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat destnîşankirin ku di encama xebatên endamên MÎTê û Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ya ji bo deşîfrekirina endamên FETOyê da ji bo derdestkirina 102 şikbarên 61ê wan karmendên dewletê yên berê bûn û hat tesbîtkirin ku îmamên mehrem ên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bûne operasyon hat kirin.

Wekî mayîn ji bo derdestkirina 26 şikbarên ji wan 16 kesan ByLock bi kar anîne û hat tesbîtkirin ku li malên wekî "malên xaybubetê" tên zanîn dimînin jî biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Şaxa Malî û Organîze, Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê ji bo derdestkirina 143 şikbarên li 43 bajaran operasyon dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın