Tirkiye

Di lêpirsîna dijî "sazûmaniya mehrem a qamûyê" ya FETOyê da ji bo 20 berşikan biryara binçavkirinê

Efsa Çağla Yavuz  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Di lêpirsîna dijî "sazûmaniya mehrem a qamûyê" ya FETOyê da ji bo 20 berşikan biryara binçavkirinê

Ankara

 Di lêpirsîna dijî "sazûmaniya mehrem a qamûyê" ya FETOyê da der heqê 20 berşikan da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji hêla Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê der heqê xetên operasyonel da xebat hat kirin ku hin berşikên ji sazûmaniya mehrem a qamûyê ya FETOyê bi kar tînin.

Di çarçoveya lêpirsînê da 20 berşik hatin tesbîtkirin ku li ser pergala ragihandina bi xeta operasyonel peywendiya wan heye, bi mensûbên rêxistinê ra bi rêya xetên ankesor û bi kontor dikevin peywendiyê.

Der heqê 20 berşikan da yên delîl hatin bidestxistin ku fealiyetên rêxistinî dimeşînin, biryara binçavkirinê hat dayîn ku 14 jê ji saziyên qamûyê îxrackirî ne, 5 jê hê li ser peywirê ne û 1 jê jî sivîl e.

Ji bo qefaltina berşikan ji hêla ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, navend Enqere li 8 parêzgehan bi awayekî hevdem operasyon hat destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın