Tirkiye

Di lêpirsîna dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê da Şaredarê berê Tunç Soyer hat girtin

Gökhan Düzyol  | 05.07.2025 - Rojanekırın : 05.07.2025
Di lêpirsîna dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê da Şaredarê berê Tunç Soyer hat girtin

Izmir

 Şaredarê Bajarê Mezin a Îzmirê yê berê Tunç Soyer û Serokbajarê Îzmirê yê CHPyê Şenol Aslanoglu jî di nav da 36 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê da hatibûn binçavkirin hatin girtin, miameleyên gumanbarên din ên li dadgeriyê dewam dikin.

Lêpirsîna ku di bin kordînasyona Necatî Kayakozuyê cîgirê serdozgeriyê ji buroypn ji Sûcên Organîze û Sûcên Rêxistinî yê Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê berpirsyar e tê birêvebirin û li ser îdiaya li ÎZBETON AŞya şirîkê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê bi destê şirketên taşeron gendelî tê kirin dan destpêkirin dewam dike.

Miameleyên li ewlehiyê yên Şaredarê Bajarê Mezin a Îzmirê yê berê Tunç Soyer û Serokbajarê Îzmirê yê CHPyê Şenol Aslanoglu jî di nav da 119 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsînê da hatin binçavkirin, hatin temamkirin û piştî kontrola tenduristiyê sewqî Edliyeya Îzmirê kirin.

Soyer û Aslanoglu jî di nav da 36 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezaya silhê kirin hatin girtin, miameleyên li dadgeriyê yên gumanbarên din dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.