Tirkiye

Di lêpirsîna dijî DEAŞê da bo 10 kesî biryara binçavkirinê hat dayîn

22.01.2021 - Rojanekırın : 22.01.2021
Di lêpirsîna dijî DEAŞê da bo 10 kesî biryara binçavkirinê hat dayîn

Ankara

 Di çarçoveya lêpirsîna ku Enqere navend li 3 bajaran dijî DEAŞa rêxistina terorê tê birêvebirin da ji bo 10 gumanbarên biyanî biryara binçavkirinê hat derxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di daxuyaniya weşand da ragihand ji bo endamên rêxistinê yên ku bi navê "kefele" alîkariyê didin kesên xizmên wan ên DEAŞî li Iraq û Sûriyeyê di şer da mirine bên tespîtkirin, xebat didomin û bi vê armancê xebatên şopandin û teknîkî hatin kirin.

Hat gotin ku li ser gilî û îfadeya şahidekî veşarî derket holê ku endamekî rêxistinê yê biyanî ji alî endamên rêxistinê va hat kuştin û 10 kesên biyanî yên tevlî bûyerê bûbûn jî hatin tespîtkirin û bo binçavkirina wan jî li 3 bajaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa TEMê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Enqereyê jî ji bo qefaltina bersûcan xebatên xwe didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.