Di lêpirsîna Weşanxaneya Zîrveyê da 4 şikbaran cezayê hepsê xwar

Malatya
Li Meletiyê di lêpirsîna der barê doza Weşanxaneya Zîrveyê ya ku jê yek Alman 3 kes hatibûn kuştin da ji 10 şikbaran 4 kesan di navbera 9 sal û 5 meh û 10 roj û 18 sal û 4 mehan da cezayên hepsê hildan.
Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Meletiyê çêbû.
Şikbarên girtî Îlker Çinar û Nîhat Keskîn bi rêya pergala SEGBÎSê beşdarî rûniştinê bûn, Ozgur Bîrdalê bêyî ku bê girtin tê darizandin û muştekî Ruhî Abat jî li salona mehkemeyê beşdarî dozê bûn.
Heyeta mehkemeyê di dawiya rûniştinê da biryara xwe eşkere kir.
Ji ber ku Ozgur Bîrdal, Mehmet Alî Badak û Adnan Dînçer di wextê lêpirsîna doza Weşanxaneya Zîrveyê da ji bo berjewendiyên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) îfadeyên derew dane û bûne sedema mexdûrbûna hin kesan ji ber sûcê "îftira"yê 2 sal û 9 meh û 10 roj, ji ber sûcê "mehrûmkirina ji azadiyê" jî 6 sal û 8 meh cezayê hepsê xwarin.
Şikbar Îlker Çinar ji ber sûcê "îftira"yê 3 sal û 4 meh û 10 roj, ji ber sûcê "mehrûmkirina ji azadiyê" 6 sal û 8 meh, ji ber sûcê li ser navê rêxistina terorê ya FETOyê sûckirinê jî 8 sal û 4 meh cezayê hepsê xwar.