Di lêpirsîna ser şaxa "mehrem" a FETOyê ya nav Fermandariya Hêza Bejayê da ji bo 34 kesan biryara binçavkirinê

Ankara
Di lêpirsîna dijî şaxa "mehrem" a li Fermandariya Hêzên Bejahî ya Rêxistin Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo 34 astsubayana biryara binçavkirinê hat dayîn, ji astsubayan 21 kes hê li ser wezîfeyê ne.
Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyanî da û ragihand, 12 jê astsubayên teqawid, 1 jê veqetandî, 21 jê li ser wezîfeyê bi tevahî ji bo 34 astsubayên ku têkiliya wan bi şaxa "xizmetên mehrem" a rêxistinê heye, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku gumanbaran bi têlefonên bikontor û xeta wan sabit ên li Enqereyê va bi melayên sivîl ên FETOyê ra axivîne.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê ji bo girtina gumanbaran operasyon da destpêkirin û 21 bersûc hatin binçavkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.