Di lêpirsîna li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da biryara binçavkirina 20 gumanbarî
Ankara
Serdogeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da, ji bo 20 gumanbaran biryara binçavkirinê da.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, di lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê bi rêva dibe da, biryar hat dayin ku 20 gumanbarên hat tesbîtkirin li Enqereyê di demên curbicur da beşdarî çalakiyên rêxistinê bûne û her wiha bi awayekî pesnê çalakiyên tundiyê yên rêxistina terorê didin û propagandaya wê dikin, bên binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Enqereyê, ji bo girtina gumanbaran operasyonên xwe didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
