Di lêpirsîna dijî FETOyê ya nav eskeriyê da bo 13 gumanbaran biryara binçavkirinê
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da yek jê "meleyê mehrem" 9 jê muzawaf bo 12 binefseran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ankara
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê yek jê "meleyê mehrem" û 12 binefserên Fermandariya Hêzên Bejayî (FHB) ku di nav Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da cî girtine biryara binçavkirinê derxist.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat gotin ku di çarçoveya lêpirsîna ji alî Şaxa Lêpirsîna Sûcên Terorê hat kirin da bo 13 gumanbarên di rêxistinbûna FETOyê ya nav FHBê da cî girtine û bi pergala gerîna li pey hev û ankesorê ya rêxistinê bikaranîne da, biryara binçavkirinê hat derxistin.
Ji hêla din va hat gotin ku ji binefserên gumanbar yek "meleyê mehrem" 9 jê muzawaf û 3 jî ji kar hatibûn derxistî. Hat hînbûn ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ji gumanbaran 10 kesî binçav kirin.