Di lêpirsînên ser şewatên daristanan da 17 gumanbar hatin binçavkirin

Ankara
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand ku di navbera 26-28ê Hezîranê da li hin bajaran agir bi daristanan ket û di lêpirsînên ser şewata daristanan da heta niha 17 gumanbar hatine binçavkirin.
Tunç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got:
"Di encama lêpirsînên edlî yên serdozgeriyên Komarê da heta niha 17 gumanbar hatine binçavkirin. Saziya Înfaza Ceza ya Vekirî ya Golpazariya Bîlecikê ji ber şewatê wekî tevdîr hat valakirin, 1081 girtî û mehkûm ji bo bajarên derdorê bi silametîkî hatin neqilkirin. Malbatên wan hatin agahdarkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.