Nevzat Umut Uzel
13 Adar 2025•Rojanekirin: 20 Adar 2025
NEVZAT UMUT UZEL - Derhênerê dîtbarî yê Binê Avê Tahsîn Ceylan dema li Gola Wanê noqî avê bû, li peravê Girava Axdamarê di 15 mêtro kûrahiyê da dîmenên bermayiyên cihekî dişibe bircan û dîwaran kişand.
Ceylan û ekîba wî di kûrahiya Gola Wanê da lêkolîn kirin.
Ekîba noqavê ya Fermandarîya Koma Gola Wanê ya Ewlehiya Qeraxê û Nûnerê Wanê yê Federasyona Werzişên Binê Avê ya Tirkiyeyê û Hîndekarê Dibistana Noqînê ya Wan Dîvîngê Serkan Ok jî li gel Ceylan noqî Gola Wanê bûn.

Dema li dora Girava Axdamar û herêma Altinsaçê noqbûna avê çêbû, li qeraxa giravê di 15 mêtro kûrahiyê da avahiyeke dişibe bircan û bermayiyên dîwêran hatin tesbîtkirin û dîmenên wan ji aliyê Ceylan û ekîba wî va hatin tomarkirin.

Ceylan dema ku Fermandarê Koma Gola Wanê yê Ewlehiya Qeraxê Bînbaşî Firat Aslan noqî avê bû li ser dîwêr rastî perçeyên kûzeke kevn (amfora) jî hat û dîmenên golê yên ji binê ava qeşa girtî ya li herêmên qeraxê jî kişand.
Ceylan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ewê lêkolîna xwe ya der barê razên ku di kûrahiya Gola Wanê da ne bidomînin.
