Tirkiye

Di KPSSyê da rûniştina sêyem a Agahiyên Beşê hat kirin

Buğrahan Ayhan  | 14.09.2025 - Rojanekırın : 14.09.2025
Di KPSSyê da rûniştina sêyem a Agahiyên Beşê hat kirin

Ankara

Di Ezmûna Neqandina Personelên Qamûyê (KPSS) da ku Serokatiya Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) dike, rûniştina sêyem a Agahiyên Beşê kuta bû.

Bi tevahî 127 hezar û 307 namzedan serî li Agahiyên Beşê ya KPSSyê da. Ezmûn li 30 bajarî, 35 navendên ezmûnê di 345 avahî û 4 hezar û 538 salonan da hat kirin.

Rûniştinên yekemîn û duyemîn ên Agahiyên Beşê a KPSSyê duh hatibûn kirin. Îro di saet 10.15an da rûniştina sêyemîn dest pê kir û ji bo rûniştinê namzed piştî saet 10.00î hilnedan avahiyan.

40 hezar û 637 kesan serî li rûniştina sêyemîn da. Rûniştina sêyemîn ji testên pargîdanî, muhasebe, îstatîstîkê pêk tê û ji namzedan 120 pirs hatin pirsîn û ji bo bersivdayînê 160 deqîqe dem hat dayîn.

Ji bo kesên ku nasnameya xwe winda kirine, nasnameyên wan tunene an jî li ser nasnameyên wan nimreya nasnameyê û wêne tunene, midûriyên nifûsê yên bajar û navçeyan hatin vekirin.

Encamên ezmûnan wê di 10ê cotmehê da werin eşkerekirin. Encamên ezmûna Grûba Ayê ya KPSSyê piştî eşkerekirinê wê 2 salan derbasdar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın