Tirkiye

Di kontrola "Aramî Stenbol"ê da 735 kes hatin binçavkirin

Mustafa Mert Karaca  | 14.08.2025 - Rojanekırın : 14.08.2025
Di kontrola "Aramî Stenbol"ê da 735 kes hatin binçavkirin

Istanbul

 Li tevahiya Stenbolê di kontrolan da 735 kes hatin binçavkirin ku 292 jê ji ber sûcên curbecur lê digeriyan.

Kontrola "Aramî Stenbol" ya di koordîneya Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Stenbolê da duh wekî du qonaxan hat kirin.

Di qonaxa ewil da di navbera saet 20.00-22.00yan da li 215 cihan bi beşdariya 1455 personelî va kontrola rê ya sabit hat kirin. Helîkoptereke polêsan û 5 botên Midûriyeta Şaxa Bendera Deryayê jî piştgirî dan kontrolê.

Di qonaxa duyem da jî di navbera saet 22.00-23.59an da bi beşdariya 1401 personelî va li cihên giştî kontrol hat kirin.

Di çarçoveya sepanê da 735 kes hatin binçavkirin ku 292 jê ji ber sûcên curbecur lê digeriyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın