Di Kongreya Derasayî ya 5emîn a ÎYÎ Partiyê da Musavat Dervîşoglu ji bo serokatiya giştî hat hilbijartin
Ankara
Di tura sêyemîn a Kongreya Derasayî ya 5emîn a ÎYÎ Partiyê da Musavat Dervîşoglu dengê 611 delegeyan hilda û wek serokê giştî hat hilbijartin.
Di kongreya li ATO Congresîumê da di tura 3yemîn a serokatiya giştî da ji bo Serokê Komê Koray Aydin û Cîgirê Serokê Giştî Musavat Dervîşoglu deng hat dayîn.
Li gor encama dengdayînê Dervîşoglu ji 1159 dengên derbasdar 611 jê hilda û wek serokê giştî hat hilbijartin, Aydin jî 548 deng hilda.