26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) eşkere kir ku di Herekata Pençe-3yê da 4 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat diyarkirin ku Herekata Pençe-3yê li bakurê Iraqê wekî tê plankirin serkeftî didome, xebatên lêgerîn û îmhekirina terorîst, çek, cebilxane, sitargeh û êwirgehên PKKya rêxistina terorê didomin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku komandoyan li herêma Heftanînê komeke terorîstên dabeşker ên ku amadehiya zivistanê dikin tesbît kirin û terorîstan bi guleyan bersiva banga "teslîm bibe" dan û di operasyona hat kirin da 4 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji melzeme û çekên ku li herêma pevçûnê di fealiyetên lêgerînê da hatin bidestxistin dibe ku jimara terorîstan zêde bibe û hat ragihandin ku komandoyan fealiyeta lêgerîna temasê bi awayekî ku herêmeke berfirehtir bihewîne berfireh kir, gundparêz û firokeyên tearûzê piştgirî dan operasyonê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêmê heta ku terorîstên dawî bê berterefkirin dê operasyon bênavber bidomin û çek, cebilxane û melzemeyên hatin bidestxistin wiha hatin rêzkirin:
"Bi şarjor û cebilxaneyên wê va çeka M16, 4 heb AT4 lançer, 4 heb keleş, RPG-7ek, 6 heb cebilxaneyên antîtankê yên RPG-7ê, 5 heb fişengên sewqê yên RPG-7ê, 21 bombeyên destan, 6 heb cil û bergên termal, 3 heb êlegên hicûmê, kameraya Go-Pro, amûrekê qeydkirina dengan, bloka pîlê, 400 heb cebilxaneyê 5x55, 26 heb şarjor."