Di Eyda Qurbanê da germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde be

Ankara
Li Tevahiya Tirkiyeyê germahiya hewayê ji sibê pê va wê zêde bibe û di Eyda Qurbanê da jî li gor demsalê wê bi awayekî zêde dewam bike.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku sibê ji deverên rojava dest pê bike welat wê bikeve bin bandora hewaya bê baran û germ.
Germahiya hewayê ya ku li gor demsalê dewam dike wê sibê li aliyên rojava dest pê bike û di nav demê da li tevahiya welêt zêde bibe.
Tê payîn ku di tevahiya eydê da germahiya hewayê li gor demsalê zêde bibe.
Tê payîn ku roja erefatê li qismên navîn ên Behra Reş a Rojhilat û derûdorên Erdexanê, roja ewil a eydê jî li rojhilatê Rojhilata Anadoluyê barana gur bibare.
Di roja duyem ya eydê da baran nayê payîn.
Ji bo roja sêyem ya eydê jî tê payîn ku li Hekarî û derûdorên Wanê û li qismên navîn ên Behra Spî ya Rojava baran bibare.
Di roja çarem ya eydê da tê payîn ku li rojhilat û bakurê Rojhilatê Anadoluyê baran bibare.
Di eydê da li Enqere, Stenbol, Îzmir û Konyayê hewa wê kêm ewravî û sayî be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.