Tirkiye

Di erdheja navend Îran bû da li Wanê 9 kes mirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji bo erdheja sînorê Tirkiye-Îranê qewimî got:"9 welatiyên me mirin, 50 birîndarên me hene, rewşa 9 kesan giran e."

Türkan Tosun  | 23.02.2020 - Rojanekırın : 24.02.2020
Di erdheja navend Îran bû da li Wanê 9 kes mirin

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand di erdheja li ser sînorê Tirkiye-Îranê çêbû da 9 welatî mirin û 50 kes jî birîndar bûn. 

Koca li ser Twîtterê der barê erdheja li ser sînorê Tirkiye-Îranê çêbû da peyamek weşand.

Wezîr Koca got erdhejê zirar da Başkaleya navçeya Wanê jî û wiha dewam kir: "9 welatiyên me mirin, 50 birîndarên me hene ku rewşa 9 kesan giran e. 25 ambulans, ambulanseke firoke û 13 tîmên UMKEyê demildest gihîştin cihê bûyerê. Rewşa 9 kesan giran e, ji bo birîndarê din çi ji destê me tê em dikin."

Fahrettîn Koca ji bo kesên di erdhejê da mirine got rehma Xwedê li wan be û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê erdheja ser sînorê Tirkiye-Îranê da gotibû:"Li gundê Ozpinarê 7 welatiyên me, li gundê Guvendîkê jî welatiyekî me mir. Bi tevahî 8 welatiyên me mirin."

Soylu di weşana zindî ya CNN Turkê da daxuyanî da û diyar kir, li ser erdhejê ji 4 gundên Başkaleyê agahî hatin, wan ekîb şandin herêmê.

Soylu diyar kir, piştî erdhejê ekîbên lêgerîn û xelaskirinê û gundî ji bo xelaskirina welatiyên binê kavilan xebitîn û wiha dewam kir:"Li gundê Ozpinarê 7 welatiyên me, li gundê Guvendîkê jî welatiyekî me mir. Bi tevahî 8 welatiyên me mirin. Walî ji min ra got ku vê gavê kes binê kavilan da nemaye."

Di erdheja navend Îran bû da li Wanê 8 kes mirin

Soylu diyar kir, li gor agahiyên ewil ên hatin ber destê me, rewşa birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan pir giran nîne, ew geşedanan dişopînin.

Soylu diyar kir, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk wê li Elezîzê xebatên xwe bidomînin, ew ê jî derbasî herêma erdhejê bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın