Mustafa Yılmaz,Sinan Balcıkoca
21 Sibat 2023•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
Li Defneya navçeya Hatayê piştî ku erdhejeke bi mezinahiya 6,4 çêbû di hin rê û pireyan da xisareke mezin çêbû.
Navend Meraş du erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 çêbûbûn ku ji ber van li Hatayê hin rê û pireyan xisar dîtibû, lê piştî ku duh şev li Defneya navçeya Hatayê jî erdhej çêbûn ji van rê û pireyên xisar dîtî jê hinek tevahî hilweşiyan.
Di hin rê û pireyan da jî piştî vê erdhejê xisar çêbû.
Li navenda Antakyayê pireya li ser Çemê Asiyê ya ku taxên Haraparasi û General Şukru Kanatliyê digîhîne hev derizî.
Rêyên li herêma Uzun Çarşi û Kolana Turkmenbaşiyê jî derizîn.
Rê û pireyên xisar dîtî hatin girtin, wesayît ji rêyên din diçin û tên.