Di du hefteyên dawîn da 147 hezar û 132 penaber derbasî Yewnanistanê bûn
Walîtiya Edirneyê daxuyand, ji destpêka çûyîna penaberan heta niha 147 hezar û 132 penaber derbasî Yewnanistanê bûn.
Edirne
Walîtiya Edirneyê daxuyand, ji destpêka çûyîna penaberan heta niha 147 hezar û 132 penaber derbasî Yewnanistanê bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, îsal ji 27ê sibatê pê va ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê ber bi sînoran va hatina penaberan dest pê kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku yekîneyên ser sînor jimara kesên ku derbasî Yewnanistanê bûn ji Walîtiya Edirneyê ra ragihand û wiha got: "Ji 27ê sibata 2020î heta niha bi tevahî 147 hezar û 132 koçberên bêdestûr derbasî Yewnanistanê bûn û derbasbûn dewam dikin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di midaxaleyên hêzên asayîşê yên ser sînor da 3 penaber hatin kuştin, 214 penaber jî birîndar bûn.
Stenbol di serî da ji gelek bajarên Anadoluyê penaber hatin Edirneyê û têkoşîna wan a ku ji bo derbasî Ewropayê bibin, didome. Penaber bi hêviya ku Yewnanistan wê deriyan veke li herêma tampon a navbera deriyên sînor ên Pazarkule-Kastaniesê û li daristana nêzî herêma tampon bendewar in.