Tirkiye

Di doza ku 12 bersûc û 3 zarokên tevî sûcê bûne ji ber kuştina Narîn Guranê dihatin darizandin da biryar hat dayîn

Heyeta mehkemeyê ji ber sûcê "îltimasa sûcdaran" di navbera salek û 3 meh û 3 sal û 6 mehan da cezaya hepsê da 12 bersûc û 3 zarokên tevî sûcê bûne

Aziz Aslan, Osman Bilgin  | 31.05.2025 - Rojanekırın : 31.05.2025
Di doza ku 12 bersûc û 3 zarokên tevî sûcê bûne ji ber kuştina Narîn Guranê dihatin darizandin da biryar hat dayîn

Diyarbakir

Li Diyarbekirê di doza der barê kuştina Narîn Guranê da ya ku 6 jê girtî 12 bersûc û 3 zarokên tevî sûcê bûne dihatin darizandin da biryar hat dayîn.

Doza ku der heqê bersûcên girtî Bîrsen, Fuat û Maşallah Guran, karkerê Salim Guranê Mehmet Selîm Atasoy, Mehmet Şevket Kaya û Muhammed Kaya û bersûcên negirtî Şeyma Kaya, Hediye Guran, Halîl Îbrahîm Guran, Bariş Guran, Kurtuluş Guran û Omer Faruk Guran û zarokên tevî sûcê bûne R.A. (16), M.G. (16) û Î.K. (17) da ji ber sûcê "îltimasa sûcdaran" bi daxwaza cezaya hepsê ya ji 6 mehan heta 5 salan hatibû vekirin li Mehkemeya Cezaya Esliyeyê ya 17emîn a Diyarbekirê hat dîtin.

Di rûniştina çaremîn a doza ku girtî hat dîtin da 12 bersûc û 3 zarokên tevî sûcê bûne û parêzerên wan amade bûn.

Di rûniştinê da parêzerên Komeleya Têkoşîna Dijî Îstismara Zarokan a Mamoste Saadet (UCÎM) û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî cî girtin.

Rûniştin bi xwendina mitalaya dozgerê komarê ya der barê esasê da dest pê kir.

Der barê mitalayê da 6 jê girtî 12 bersûcan û 3 zarokên tevî sûcê bûne parastin kirin, îdia kirin ku bêsûc in û bereata xwe xwestin.

- Di dozê da biryar hat eşkerekirin

Mehkemeyê piştî navberê biryar da ku ji 15 kesên ku ji ber "îltimasa sûcdaran" dihatin darizandin Bîrsen, Fuat û Maşallah Guran bi 3 sal û 6 meh hepsê bên cezakirin.

Mehkemeyê bo Mehmet Selim Atasoy, Mehmet Şevket kaya û Muhammed Kayayê karkerên Salim Guran jî 3 sal cezayê hepsê da û ji ber wesfa sûcê dixin sitûyê bersûcan û mahiyeta wê, rewşa delîlên berdest, cezayê ku hatiye dayîn û maweya ku bersûc girtî mane da ber çavan û biryara texliyeya wan da.

Mehkemeyê ji bo bersûcên negirtî Hediye Guran 3 sal û 6 meh, Şeyma Kaya, Îbrahîm Halîl Guran, Bariş Guran, Kurtuluş Guran û Omer Faruk Guran 3 sal cezayê hepsê da.

Mehkemeyê her wiha ji bo zarokên tevî sûcê bûne R.A'ya (16) 1 yıl 3 ay, M.G (16) û Î.K'ye (17) jî salek û 8 meh cezayê hepsê da û eşkerekirina hikmê paş xist.

Li gor madeya 23yemîn a Qanûna Parastina Zarokan biryar hat dayîn ku 3 zarok seranserê 3 salan di bin kontrolê da bin.

Mehkemeyê biryar da ku tevdîrên kontrola edlî yên ji bo Kurtuluş Guran, Omer Faruk Guran û zarokê tevî sûcê bûye M.G da bi dawî be.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın