Tirkiye

Di doza "guhdarkirina VIP"ê ya FETOyê da biryar hat eşkerekirin

Di doza "guhdarkirina VIP"ê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da biryar hat eşkerekirin.

Nihat Kavşut  | 22.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
Di doza "guhdarkirina VIP"ê ya FETOyê da biryar hat eşkerekirin

Ankara

Di doza "guhdarkirina VIP"ê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ku gelek siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û karsaz dereqanûnî hatine guhdarkirin biryar hat eşkerekirin.

Di doza "guhdarkirina VIP"ê ya FETOyê da ku li Dadgeha Cezayê Giran ya 4emîn ya Enqereyê hat dîtin 131 bersûc cezayên hepsê ku di navbera 3 sal û 9 meh û 45 salan da diguhere, xwarin.

Ramazan Akyurekê Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê yê berê di doza "guhdarkirina VIP"ê ya FETOyê da 45 sal cezayê hepsê xwar; Alî Fuat Yilmazerê midûrê ewlehiyê yê berê ji ber sûcê "sextekariya di belgeyên fermî" da 7 sal û 6 meh cezayê hepsê xwar; Lokman Kirciliyê Alîkarê Midûrê Ewlehiya Enqereyê yê berê 22 sal û 6 meh cezayê hepsê xwar; Yurt Atayunê midûrê ewlehiyê yê berê ji ber sûcê "sextekariya di belgeyên fermî" da 7 sal û 6 meh cezayê hepsê xwar û Gursel Aktepeyê Alîkarê Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê 27 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê xwar.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın