Tirkiye

Di CHPyê da ji bo kongreya derasayî bê kirin îmze tên avêtin

Seroka Bajêr a CHPyê ya berê Asuman Alî Guven, Endama Meclisa Partiyê ya CHPyê ya berê Hatîce Tatli, Serokê Navçeya Kemalpaşayê yê CHPyê Mehmet Ayçîl û Serokê Navçeya Bornovayê yê berê Nevzat Kavalar îmza dan ku di CHPyê da kongreya derasayî çêbibe

Türkan Tosun  | 16.07.2018 - Rojanekırın : 16.07.2018
Di CHPyê da ji bo kongreya derasayî bê kirin îmze tên avêtin

Izmir

ÎZMIR 

Li Bornovaya navçeya Îzmirê 4 delegeyên kongreyê yên CHPyê ji bo ku kongreya CHPyê çêbibe, îmze avêtin.

Seroka Bajêr a CHPyê ya berê Asuman Alî Guven, Endama Meclisa Partiyê ya CHPyê ya berê Hatîce Tatli, Serokê Navçeya Kemalpaşayê yê CHPyê Mehmet Ayçîl û Serokê Navçeya Bornovayê yê berê Nevzat Kavalar li navçeya Bornovayê çûn noterê û îmza dan ku di CHPyê da kongreya derasayî çêbibe.

Guven daxuyanî da rojnamevanan û got dema ew encamên hilbijartina 24ê Hezîranê dinêrin tê dîtin ku rayên CHPyê ji sedî 22 daketiye, lê namzedê Serokomar ê CHPyê Muharrem Înce gihîştiye rêjeyeke baş.

Guven got encamên hilbijartinê daxwaza gel a guherînê nîşan dide û wiha dewam kir: "Wek ku hûn jî dizanin Serokê Giştî 9 car e dikeve hilbijartinê. Mixabin 9 care partiya me nebû desthilat. Em Serokê me yê giştî pir hez dikin, kêfa me ji wî ra tê û em dixwazin ew bibe serokê giştî yê birûmet. Êdî guherîn şert e. Heta îro me piştgirî da Serokê Giştî, lê em êdî guherînê dixwazin."

Guven got wan xwestiye Navenda Giştî ji bo kongreya derasayî çêbibe biryarê bide, lê ji ber ku ev biryar nehatiye dayîn ew jî çûne noterê îmze dane ku kongre çêbibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın