Di çarçoveya tevdîrên sersalê da 325 hezar û 267 xebatkarên ewlehiyê wê bixebitin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên sersalê da ji Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Giştî ya Peravê 325 hezar û 267 personel wê bên wezîfedarkirin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe NSosyalê daxuyand ku wek Wezareta Karên Navxweyî wan bi Teşkîlata Ewlehî û Cendirmeyan, Fermandariya Giştî ya Peravê, Serokatiya Îdareya Koçê û Serokatiya AFADê ra li seranserê Tirkiyeyê ji bo sersalê tevdîrên xwe dîtine.
Yerlîkaya diyar kir ku tevdîr wê di navbera 30ê Çileya Pêşîn a 2025an û 2yê Çileya Paşîn a 2026an da 4 rojan bê navber dewam bikin, amadekarî û xebata ji bo van 4 rojan di meha borî da bênavber dewam kiriye.
Wezîr Yerlîkaya daxuyand ku di xebatên 4 rojan yên ku bi Ewlehî û Fermandariya Cendirmeyan û Peravê ra hatin kirin da 12 hezar û 687 cihên kontrolê hatin avakirin û wiha dewam kir: "Bi tevahî 325 hezar û 267 personel hatin wezîfedarkirin. Ji van 298 hezar ji bo asayîşê, 27 hezar ji bo trafîkê wê bixebitin. Jê 34 hezar û 71 di asayîşê da û 9 hezar û 997 jî di trafîkê da, bi tevahî 44 hezar û 68 ekîbên me wê li qadê wezîfeyên xwe bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
