Di betlaneya nîvê salê da li Şanliurfayê liv û tevgera geştiyaran pir zêde bû
Şanlıurfa
Di betlaneya nîvê salê ya 9 rojan da li Şanliurfaya ku bi gastronomî û mîrata xwe ya çandî va navdar e, liv û tevgera geştiyaran pir zêde bû.
Li bajarê ku turîzma çandê lê girîng e, otêl û cihên lêmayînê ji sedî 90 tijî bûn.
Li Gobeklîtepeya (Girê Mirazan) ku wek "xala destpêkê ya dîrokê" tê binavkirin û di Lîsteya Mîratên Dinyayê da cî digire rêzeke dirêj çêbû.
Di betlaneyê da 66 hezar û 133 kes çûn serdana Gobeklîtepeyê, Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê jî mazuvaniya 20 hezar û 687 kesî kir.
Li herêma Gola Masiyan a ku tê rîvayetkirin ku Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinyayê û cihê ku ew avêtine nav êgir jî cihekî navdar e ku ziyaretvan lê geriyan.
Navçeya Heranê ya ku bi malên wek qubeyan va balê dikşîne, navçeya Xelfetiyê û cihên din ên navdar jî hatin ziyaretkirin.
Geştiyarên ku hatin bajêr di şevbihûrkan da xwarinên xweş ên herêmî xwarin.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Aydin Aslan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku xêra betlaneyê ji bo turîzma bajêr çêbûye.
Aslan got Şanliurfa her sal di warê turîzmê da zêdetir tê ziyaretkirin û wiha axivî: "Wek Şanliurfa me 9 rojên betlaneya salê pir baş derbas kir. Di warê turîzmê da liv û tevger zêde bû. Qasî 70 hezar kes hatin serdana Gobeklîtepeyê, di muzeyên me da jî hejmara ziyaretvanan ji 20 hezarî derbas bû."
