Tirkiye

Di 10 salan da li Tirkiyeyê 26 hezar û 311 şewatên daristanê çêbûn

Mustafa Çalkaya  | 05.08.2021 - Rojanekırın : 07.08.2021
Di 10 salan da li Tirkiyeyê 26 hezar û 311 şewatên daristanê çêbûn

Ankara

Li Tirkiyeyê di navbera salên 2011 û 2020î da 26 hezar û 311 şewatên daristanê çêbûn û 90 hezar û 956 hektar qada daristanê jî şewitî.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanê berhev kir li Tirkiyeyê ji sala 1937an heta dawiya sala 2020î bi tevahî 114 hezar û 941 şewatên daristanê yên qeydên wan hatine girtin, çêbûne.

Ji sala 2011ê bigre heta sala 2020î di nav 10 salî da bi tevahî 26 hezar û 311 şewatên daristanê çêbûn. Di vê heyamê da nîvendiya şewatan 2 hezar û 631 hat qeydkirin.

Di heyamên qal tê kirin da li qada di bin berpirsyariya Midûriyeta Herêma Daristanê ya Muglayê da ye 321, li qada di bin berpirsyariya Midûriyeta Herêma Daristanê ya Îzmirê da ye 276, li qada Midûriyeta Herêma Daristanê ya Antalyayê da ye jî 230 şewatên daristanê çêbûn.

Di vê heyamê da midûriyetên saziya daristanê ya Kozan, Stenbol, Îzmir, Gazîemir, Dalaman, Kanlica, Nazîllî, Manîsa, Akhîsar, Ankara, Antalya, Manavgat, Antakya, Qehremanmeraş, Bergama û Mîlasê salê kêm zêde bi 30 şewatî va wek saziyên herî zêde xwedî rîsk in va derketin pêş.

Di 10 salên dawîn da herî zêde şewat bi 3 hezar û 755 carî va di sala 2013an da çêbûn û herî kêm jî bi 1530 şewatî va di sala 2005an da qewimî.

Sala par bi tevahî 3 hezar û 399 şewat derketin û di 5 rêzên ewil da jî Mugla, Îzmir, Qehremanmeraş, Antalya û Rihayê cî girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın