19 Mijdar 2019•Rojanekirin: 19 Mijdar 2019
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Dewriye li gor mutabaqata bi Rûsyayê ra didomin. Ji xeynî vê hin zor û zehmetiyên me hene. Em ji bona çareserkirina wan jî bi Rûsan ra diaxivin."
Akarê ji bona beşdarî Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê bibe hat Meclisê pirsên rojnamevanan bersivand.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê dewriyeyên eskerên Tirkiye û Rusyayê yên li bakurê Sûriyeyê û êrîşa alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê da ku li navçeya Eynularabê (Kobanî) molotofan avêtin wesaîtên eskerî yên Rûsyayê wiha got: "Dewriye li gor mutabaqata bi Rûsyayê ra didomin. Ji xeynî vê hin zor û zehmetiyên me hene. Em ji bona çareserkirina wan jî bi Rûsan ra diaxivin."