Lêpirsîn û operasyonên dijî failên çalakiyên tundiyê yên çekdar yên bi navê "Bûyerên 6-8ê Cotmehê" tên zanîn didome ku di encama telîmat û daxuyaniyên serkirdeyên PKK/KCKya rêxistina terorê ya cudakar û şaxên siyasî yên rêxistinê bi destê terorîst û alîgirên wê di 6ê Cotmeha 2014an da li 131 cî û waran di heman demê da dan destpêkirin û tê da 37 welatî hatin kuştin û 761 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir Tirkiyeyê 40 salên xwe yên dawîn bi têkoşîna dijî êrîşên PKK/KCK/PYD/YPGya rêxistina terorê derbas kiriye.
Lêpirsîn û operasyonên dijî failên çalakiyên tundiyê yên çekdar yên bi navê "Bûyerên 6-8ê Cotmehê" tên zanîn didome ku di encama telîmat û daxuyaniyên serkirdeyên PKK/KCKya rêxistina terorê ya cudakar û şaxên siyasî yên rêxistinê bi destê terorîst û alîgirên wê di 6ê Cotmeha 2014an da li 131 cî û waran di heman demê da dan destpêkirin û tê da 37 welatî hatin kuştin û 761 kes birîndar bûn.
Ayhan Bîlgenê Şaredarê Qersê yê HDPyî hat binçavkirin
Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê HDPyê yê berê hat binçavkirin
Rêxistina terorê ya li Îranê bi navê PJAKê û li Sûriyeyê bi navê PYD/YPGyê heye li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê fealiyetên çekdarî û îdeolojîk dimeşîne.
Rêxistin bi taybetî di 2011an da ji ber ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir û valahiya desthilatdariyê çêbû geşedanên navneteweyî û herêmî emiland li ser axa Sûriyeyê ji xwe ra cî çêkir. Rêxistinê li Efrîn, Kobanî û El Cezîreyê kanton ava kirin û li rojhilatê bakurê Sûriyeyê hewl da ku dewletekê ava bike.
Rayedarên PKK/KCK/PYD/YPGyê ku ji rewşa li Sûriyeyê îstifade kirin û xwestin li herêmê dewleta terorê ava bikin stratejiyeke nû dan ber xwe ku serxwebûna Komara Tirkiyeyê zeîf bikin, yekîtiya wê xera bikin û li ser qismeke axa wê desthilatdariyê bi dest bixin.
Di çarçoveya vê stratejiyê da rêxistina terorê ji bo wargehên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welêt wekî kantonên li bakurê Sûriyeyê bike organîzasyonên wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Welathez (YDG-H), Yekîneyên Xweparastinê (OSB) û Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ava kirin û ji bo piştgiriya van koman jî ji çiyê teroîst şandin bajaran. Wekî mayîn rêxistina terorê ya li bajaran qaşo tîmên esayîşê û mehkeme ava kirin ji welatiyan xerac sitand û hewl da li nav welêt herêmên di kontrola xwe da ava bike.
- Telîmata "derkevin kuçeyan"
Di çarçoveya vê stratejî û rewşa teze da Abdullah Ocalan, Murat Karayilan û Cemîl Bayikê ji serkeşên rêxistina terorê jî tev nûnerên rêxistinê û şaxên wan ên siyasî di navbera 22yê îlona 2014an û 6ê cotmeha 2014an da daxuyaniyên sîstematîk û provokatîf ên êrîşa DEAŞê ya ser Kobanêyê bi Tirkiyeyê ra têkildar nîşan didin dan.
Nûnerên rêxistina terorê û şaxên wan ên siyasî paşê telîmat dan milîtan/terorîstan û piştgirên îdeolojîk ku dijî dewleta Komara Tirkiyeyê serî hildin û derkevin kuçeyan.
Piştî telîmatên serkeşên rêxistinê dan endamên xwe Lijneya Rêveberiya Biryarê ya Navendî ya HDPya Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê hevseroktiya wê dikirin di 6ê cotmeha 2014an da bi sernavê "Li Gelê Me Banga Acil" va daxuyanî da û got, "Ji bo helwesta ambargoya li ser Kobanêyê ya îqtidara AKPyê protesto bikin em bangî gelê xwe dikin ku derkevin kuçe û kolanan û piştgiriyê bidin."
Di encama vê daxuyanî û bangê da di 6ê cotmeha 2014an da li gelek wargehan bûyerên hemdem dest pê kirin.
- 37 welatî hatin kuştin, 761 kes birîndar bûn
Di encama bûyerên li 35 bajar û 96 navçeyan derketin da Yasîn Boru, Hasan Gokguz û Ahmet Dakakê qoştê qurbanê belav dikirin jî tev 37 welatî bi destê terorîstên PKK/KCK/PYD/YPGyê hatin kuştin.
326 jê wezîfedarên ewlahiyê û 435 jî sivîl bi tevahî 761 welatî birîndar bûn, 197 dibistan hatin şewitandin, ji ber zirar û ziyana dan 269 avahiyên dewletê bi milyar lireyî zirar çêbû.
Di heman bûyeran da heqê mal û milk jî hat binpêkirin û 1731 dikan û xanî hatin şêlandin û şewitandin, 729 jê yên sivîl û 501 jî jê yê dewletê 1230 wesayît jî bûn xurde.
Dewletê jî di çarçoveya Makezagon û qanûnan da mudaxeleyî bûyerên Kobaniyê yên 6-8ê Cotmehê qewimîn kir û rewş berkemal bû.
- Ji bo 82 gumanbaran biryara binçavkirinê
Saziyên eleqedar ên dewletê ji bo sûcdarên tevlî bûyerên Kobaniyê yên 6-8ê Cotmehê bûn, xwestin serdestiya dewletê ji holê rakin, bûyeran organîze û îdarekirin, bi daxuyanî û telîmatan birêva birin, mirovên mesûm kuştin, birîndar kirin, malbatan perçe kirin, zirar dan avahiyan û wesayît şewitandin xebatên xwe dimonadin. Di encama lêpirsînên hatin birêvebirin da kesên di van bûyerên xwîn rijiya da eleqeya wan hebû hatin darizandin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî di vê çarçoveya da ji bo kesên bi van bûyeran ra eleqedar in bên girtin lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu niha girtî ne û li 7 bajaran jî ji bo qefaltina 82 gumanbarên der barê wan da biryara binçavkirinê heye jî operasyon dewam dikin.
- Qadroya PKKyê ya li serê çiyê jî di nav gumanbarên lêpirsîna Kobaniyê da ne
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber bûyerên bi hinceta Kobaniyê di sala 2014an da hatibûn kirin lêpirsîn da destpêkirin. Di nav gumanbarên bo qefaltina wan biryara binçavkirinê hat derxistin da ji qadroya PKK/KCKyê ya li serê çiyê kes jî hene.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên sala 2014an ku bi hinceta Kobanê hatibûn kirin da û niha hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu jî girtîne da bo 82 kesan biryara binçavkirinê derxist û li ser vê jî li 7 bajaran operasyonên hevdem hatin kirin.
Di çarçoveya operasyonê da ji kesên bo wan biryara binçavkirinê hat derxistin da ji qadroya PKKya rêxistina terorê ya li çiyê ku qaşo rêvebirin Cemîl Bayik, Alî Haydar Kaytan, Riza Altun, Duran Kalkan, Murat Karayilan, Zubeyîr Aydar, Remzî Kartal, Sabrî Ok, Salih Muslim Mihemed û ji rêxistinbûna jinan jî Azîme Yilmaz û Hacîre Ateş hene.
Li ser biryara serdozgeriyê ji serê sibehê va operasyon tên kirin û bi qefaltina Cîhan Erdalê endamê MYKya HDPyê va heta niha 19 gumanbar hatine binçavkirin.
news_share_descriptionsubscription_contact
