30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Derbarê parlementera Edenê ya HDPê Meral Daniş Beştaş û Berdevkê HDPê û Parlementerê Qersê Ayhan Bîlgenê ku piştî di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatibû girtin û serbest hatibû berdan, biryara "girtinê" derket.
Li gorî agahiyan, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, îtiraz li berdana herdu parlementerê HDPê Daniş û Bîlgen kir. Hakimtiya Silh û cezayê îtiraz nirxand, biryara girtina herdu parlementeran da.
Bîlgen û Daniş di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatibûn binçavkirin û pişt re bi şertê kotrola edlî hatibûn berdan.