ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Şanliûrfayê ji ber gotinên "Me pişta xwe kutaye YPJyê, YPGyê û PYDyê" der heqê Hevseroka Gişkî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê da lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Serdozgeriyê der heqê Hevseroka Gişkî ya HDPyê Yuksekdagê da ji ber axaftina ku di 19ê tîrmehê da piştî ku ji ziyareta Kobanêyê vegeriyabû û li Sirûcê kiribû û tê da gotibû, "Me pişta xwe kutaye YPJyê, YPGyê û PYDyê, em di gotin û parastina vê da jî tu pirsgirêkekê nabînin." lêpirsîn da destpêkirin.
Heke serdozgerî di lêpirsîna ji ber sûcê "methkirina rêxistina terorê" da biryarê bide ku gotina Yuksekdagê sûc e, li gor xala 83yan a Qanûna Bingehîn daxwaza "rakirina destnedayînê" yê bê dayîn.
Fezlekeya ku bê amadekirin ji bo ku pêşniyazî Serokatiya Meclisê bikin yê bişînin Wezareta Dadê.