DÎYARBAKIR
Cinazeyê 3 leşkerên ku li Şirnexê dema ewlehiya rê pêk dianîn di êrîşa rêxistina PKKyê da hatibûn cangorîkirin şandin memleketê wan.
Alaya Tirkiyeyê li darbesta 3 leşkerên ku do di êrîşa terorê ya rêxistina PKKyê da hatibûn cangorîkirin pêçandin û bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê hildan û birin balafirgehê.
Cinaze bi rêhewayê şandin memleketên wan.
Cinazeyê Serpelê Piyade Îbrahîm Tanriverdî şandin Meletyeyê, cinazeyê Onbaşiyê Piyade Hamza Yildirim şandin Enqereyê, cinazeyê Leşkerê Piyade Omer Kaan Kandemîr şandin Denizliyê.