Der heqê rojnameger Merdan Yanardag da lêpirsîn hat destpêkirin

Istanbul
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand, ji ber daxuyaniyên wî yên der heqê serokê rêxistina terorê PKK/KCKyê da der heqê rojnameger Merdan Yanardag da lêpirsîn hat destpêkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat destnîşankirin, der heqê Yanardag da ji ber daxuyaniyên wî yên ji bo serokê rêxistina terorê PKK/KCKyê yên di qanala Tele 1 a 25ê Hezîranê roja Yekşemê, ji ber sûcê "pesindana sûc û sûcdar" û "propagandaya rêxistina terorê" bi awayekî resen lêpirsîn hat destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.