Elif Orhan
02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
Der barê Gultan Kişanaka Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" bi daxwaza ji salekî heta 5 salan cezaya hepsê doz hat vekirin.
Îdianameya ku der barê Kişanakê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn a Diyarbekirê ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku li Qada Îstasyonê ya Yenîşehîrê di 8ê adarê de bi destûra Walîtiyê ji ber "Roja Jinan a Cîhanê" çalakî hat lidarxistin, HDP bi otobêsa hilbijartinê ve hat û komeke 400 kesî jî meşiya, dirûşme berz kirin û hat qadê.
Di îdianameyê de hat gotin ku Kişanak jî beşdarî mitîngê bû, di serê mitîngê de qaşo"sirûda" bi navê "Ey dijmin" a ku pesnê PKK/KCKya rêxistina terorê dide hat lêxistin, kesên li qadê îşareta zaferê kirin, ji bo rêzgirtinê li ser piyan sekinîn û bi hev re sirûda qaşo gotin.
Di îdianemayê de dan zanîn ku Kişanakê di axaftina xwe ya di çalakiyê de ji bo Abdûllah Ocalan got "rêber" ji bo mensûbên rêxistinê yên ku mirin jî got ku "rêhevalên me yên şehîd" û wiha hat gotin:
"Kişanak ji bo qada ku çalakî wir lê hat kirin gotina 'qelbê Kurdistanê' bi kar aniye. Ji bo jinên ku tevî rêxistina terorê ya çekdarî dibin û li çiyê ne bi awayekî ku pesnê wan bide gotiye ku 'li çiyê li ber xwe dan.' Hat fehmkirin ku bi awayekî ku nêrîn û fikrên Ocalanê damezrînerê rêxistina terorê ya çekdarî di nav civakê de bên qebûlkirin û bi cî bigirin axaftineke teşwîk û telkînê kiriye. Dema bala xwe didin rewşa gumanbar û awayê ji aliyê girseye ku bang dikinê ve îdraqkirina wê hatiye fehmkirin nikarin ku sûcê di nav azadiya gotin û fikran de qebûl bikin, ji ber vê yekê jî gumanbarê sûcê 'propagandaya PKKya rêxistina terorê' ya ku diavêjne serê kiriye."
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Gultan Kişanak "beşdarî çalakiya ku tê de sirûdên ku pesnê rêxistina terorê û Ocalan didin hatin lêxistin, wêneyên mensûbên rêxistinê yên ku mirin hebûn, parçeyên çatikê û pankart hebûn û bû wekî propagandaya rêxistinê bû axaftina navborî kir." Der barê Kişanakê de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" ji salekî heta 5 salan cezaya hepsê hat xwestin.