Tirkiye

Der barê civîna MGKê da danezan hat weşandin

- "Merhaleya îstiqameta "Tirkiyeya Bêteror" gihaştinê hat guftûgokirin, hat destnîşankirin dê pêngavên ji bo ewlehî, îstiqrar û refaha welat û herêma me dê bi biryardarî berdewam bikin"

Merve Yıldızalp Yormaz  | 28.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Der barê civîna MGKê da danezan hat weşandin

Ankara

Di danezana Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) da hat ragihandin ku piştgiriya xurt a ku didin hewldanên cîrana me Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna desthilatdariyê, yekîtiya axê, unîterî û yekîtiya siyasî dê dewam bike, hewldanên ku dê ji bo zêdekirina aramî, ewlehî û refaha gelê Sûriyeyê tê dayîn bê domandin.

Piştî civîna MGKê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat weşandin.

Li gor danezana ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat weşandin di civînê da di serî da PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DEAŞa rêxistinên terorê fealiyetên ku li nav welêt û dervayî welêt dijî her cure tehdîd û xetereyên dijî yekîtiya neteweyî û bihevrabûna welêt bi biryardarî û serkeftî tên kirin da agahî dan lijneyê.

Di danezanê da hat gotin ku "Merhaleya îstiqameta "Tirkiyeya Bêteror" gihaştinê hat guftûgokirin, hat destnîşankirin dê pêngavên ji bo ewlehî, îstiqrar û refaha welat û herêma me dê bi biryardarî berdewam bikin. Hat ragihandin ku piştgiriya xurt a ku didin hewldanên cîrana me Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna desthilatdariyê, yekîtiya axê, unîterî û yekîtiya siyasî dê dewam bike, hewldanên ku dê ji bo zêdekirina aramî, ewlehî û refaha gelê Sûriyeyê tê dayîn bê domandin."

Di danezanê da hat destnîşankirin ku rewşa dawîn a li Xezeyê û pêşeroja agirbestê hat nirxandin û hat gotin ku "Hat teyîtkirin ku Tirkiye ji bo ku Xeze ji nû va bê avakirin û aştiya mayînde bê tesîskirin bi hevkarên xwe ra amade ye ku her ure berpirsyariyê hilde ser xwe."

Di civînê da geşedanên rojane yên navend Îran hatin guftûgokirin û bal hat kişandin ku îstiqrar û aramiya Îrana cîranê ji hêla ewlehiya herêma me va gelekî girîng e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın