Sabri Yıldırım
19 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2022
Li Mûşê malbatên ku li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, digel barîna berfê çalakiya xwe domandin.
Malbatên ku piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da ku bigihîjin zarokên xwe, çalakiya xwe ya ku her çarşem dikin, domandin.
Malbatên ku digel sir û seqema zivistanê li ber avahiya HDPyê hatin cem hev, pankartên bi nivîsên "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin û bertek nîşanî HDP û PKKyê dan.
Malbatên ku wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Ji dayikan Gulbahar Tekerê diyar kir, ew di sir û seqema zivistanê da jî çalakiya xwe didomînin û ji HDP û PKKyê zarokên xwe dixwazin.
Tekerê wiha got, "Bira zarok li çiyê nemînin, werin teslîm bibin. Dewleta me bihêz e. Heta kurê min neyê, ez ê çalakiya xwe bidomînim. Lanet li HDP û PKKyê bibe"
Dayik Şahînaz Ozcanê jî diyar kir ku ew digel serma û berfê çalakiya xwe naterikînin û wiha got, "Ez ê heya dawiyê çalakiya xwe bidomînim. HDP heta zarokê min neyne, ez ê li vir bim."