Tirkiye

Dayikên Diyarbekirê ji ber îşareta serfiraziyê bertek nîşanî parlamenterê HDPyî dan

Dayik Turkan Mutlu: "Parlamenter îşareta serfiraziyê kir. Çima wisa kir? Lewra ew êşa ewlad nakşîne. Ewladê wî niha li çiyê serma nake, êşê nakşîne.

Türkan Tosun  | 21.01.2021 - Rojanekırın : 22.01.2021
Dayikên Diyarbekirê ji ber îşareta serfiraziyê bertek nîşanî parlamenterê HDPyî dan

Diyarbakir

Li Diyarbekirê Parlamenterê Stenbolê yê HDPyê Erol Katircioglu dema li ber malbatên ku nobedariya ewladan digirin bi tiliyên xwe va îşareta serfiraziyê kir, dayikan bertek nîşan da.

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 507an da dewam dike.

Parlamenterên HDPyî ji bo bernameya bi navê "hevdîtinên kar û xwarinê hatin avahiyê partiyê.

Dema civîna wan xelas bû û ew ji partiyê derketin Parlamenterê Stenbolê Erol Katircioglu berê xer da malbatên ku nobedariya ewladan digirin û bi tiliyên xwe va îşareta serfiraziyê kir.

Dayikên nobedê digirin bertek nîşanî Katircioglu dan û dijî PKK û HDPyê dirûşme berz kirin.

Celîl Begdaşê ji bo kurê xwe beşdarî nobedê bûye aciz bû û tîmên tenduristiyê mudaxaleya wî kirin.

- "Parlamenterên HDPyî êşa ewladan nakşînin"

Turkan Mutluya ji bo qîza xwe Ceylanê ya revandine çiyê beşdarî çalakiyê dibe wiha got: "Parlamenter îşareta serfiraziyê kir. Çima wisa kir? Lewra ew êşa ewlad nakşîne. Ewladê wî niha li çiyê serma nake, êşê nakşîne. Heke di wan da hinek şeref û heysiyet hebe ewê Ceylana min bidin min. Ev 7 sal e êşa Ceylanê bi min didin kişandin. Bia Ceylana min ji min ra bişînin. Bila 7 salan jî ew êşa ewlad bikşînin."

- "Xwe li pişt barîkatên polêsan veşartin"

Haci Gugerê ji bo kurê xwe Doganê 5 sal berê revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî got bila parlamenterên HDPyê hesabê bidin.

Guger wiha axivî: "Mixabin nehatin. Xwe li pişt barîkatên polêsên me veşartin. Xwebixwe axivîn. Ew bi saya rayên me li wir in. Em li hemberî wan serî radikin ew jî li pişt polêsên me disekinin. Xwe veşartin, serê xwe xistn li ber xwe, me bangî wan jî kir li me nenihêrîn. Em li vir, li ber avahiyê HDPyê zarokên xwe dixwazin. Em li du zarokên xwe ne. HDP zarokên me direvîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın