Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.
Malbatên ku dixwazin bigihêjin wan zarokên xwe yên ku rêxistina terorê PKKyê ew revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya ku di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, di roja 2170yem da didomînin.
Bedriye Usluya ji dayikan diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Mahmut di çalakiyê da beşdar e ku 14 sal berê bi xapandin birin serê çiyê.
Usluyê bal kişand ku ew bi biryardayî çalakiya xwe didomînin û wiha got, "Mijar kurê min e. Ez ê bi tu awayî dev ji vir bernedim. Înşelah ez ê Mahmutê xwe hildim."
Usluyê her wiha herî dawî jî bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.
Guzîde Demirê jî bal kişand ku ew di çalakiya xwe ya 6 salan da ya ji bo kurê xwe, bi biryar e û wiha axivî:
"Kurê min Aziz, min zehf bêriya te kiriye, were û teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe. Were mal, ew der ne cihê te ye. Bira dengê te were min kurê min. Ez ê ji bo ewladê xwe çalakiyê bibim serî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.