Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiyê bajêr a HDPyê ya berê nobeta xwe ya ewladan didomînin.
Malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine û dixwazin bigihêjin wan di 3yê Îlona 2019yan da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin ku çalakiya wan di roja 2162yemîn da dewam dike.
Ji dayikên ku wêneyê zarokên wan di destên wan da ne Bedriye Usluyê daxuyand ku ew ji bo kurê xwe Mahmut ê ku 14 sal berê ew xapandine û birine çiyê çalakiyê dike.
Usluyê got ew di her şert û mercê da çalakiya xwe bibiryar didomîne û wiha axivî: "Heta ku ez sax bim, ez ê werim vir. Heta ez zarokê xwe hilnedim ez ê dev ji vê çalakiyê bernedim. Înşallah rojekê ez ê jî kurê xwe hildim û bibim malê. Ez bi çar çavan li benda vegera wî me. Ez ê wî hildim û înşallah ev hesret jî wê bi dawî bibe."
Usluyê bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe.
Guzîde Demirê jî daxuyand ku ew ji bo ewladê xwe 6 sal e çalakiya xwe bibiryar didomîne.
Demirê anî ziman li gel hewaya germ ew dîsa jî nobeta xwe didomînin û wiha axivî: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê zarokên xwe hildin û wisa herin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.