Tirkiye

Dayikên Diyarbekirê di nobeta ewladan da Cejna Komarê pîroz kirin

29.10.2020 - Rojanekırın : 30.10.2020
Dayikên Diyarbekirê di nobeta ewladan da Cejna Komarê pîroz kirin

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê da jî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 423yan da dewam dike.

Malbatan alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û salvegera 97an a avakirina Komarê pîroz kirin, pifikên li ser wan hîv û sitêrk hebûn firandin.

Songul Altintaşa dayik got Cejna Komarê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hemû Tirkiyeyê pîroz dike.

Altintaşê got ji bo bigihîjin zarên xwe çalakiya rûniştinê dikin û wiha axivî: "Em hetanî dawiyê li vê derê ne û ji vir ranabin. Hetanî zarên xwe hilnedin jî naçin. Em ji HDP û PKKyê zarên xwe dixwazin."

- "Em dixwazin ku zarên me vegerin û em du eydan bi hev ra bijîn"

Suleyman Aydinê bav jî got wekî dê û bavên nobetê digrin Cejna Komarê ya hemû Tirkiyeyê pîroz dikin.

Aydin got dixwazin ku zarên wan teslîmî hêzên ewlekariyê bibin û wiha pê da çû: "Em dixwazin ku zarên me vegerin û em du eydan bi hev ra bijîn. Em wekî dê û bavên nobeta ewladan digrin ji Serokomarê me û Wezîrê Karên Navxweyî yên ku em bi tenê nehîştin ra sipas dikin û Cejna Komarê ya wan pîroz dikin. Ji bo ewladên me têkoşîneke mezin didin. 19 zarên me ji destê van zaliman xilas kirin. Aqûbet li serê zarên me be jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.