Tirkiye

Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kir ku "teslîm bibin"

Mehmet Sıddık Kaya  | 24.03.2024 - Rojanekırın : 25.03.2024
Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kir ku "teslîm bibin"

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî malbatan di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û nobeta wan di roja 1665emîn da dewam dike.

Ji dayikên ku wêneyên zarokên xwe dane destê xwe û bendewarê zarokên xwe ne, yek jê jî Bedriye Uslu ye. Usluyê got ku ew dixwaze bigihêje kurê xwe.

Usluyê diyar kir, ew biryardar in ku çalakiyê bidomînin û wiha dewam kir, "Em ê bi hêza dewleta xwe zarokên xwe hildin. Kurê min heke tu min dibînî û dibihîzî, vegere malê. Ez heta te hilnedim, ez ji vê derê naçim. Kurê min teslîmî dewleta me û hêzên me yên ewlehiyê bibe."

Guzîde Demira dayik jî got, ew ji bo ku bigihêje Azîzê kurê xwe, ew di meha remezanê da jî çalakiya xwe didomînin.

Demirê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wiha dewam kir, "Em ê kurê xwe ji HDPyê bistînîn. Em ji vir naçin. Em di çalakiya xwe da biryardar in. Azîz min pir bîra te kiriye. Were malê, ew der cihê te nîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın