Tirkiye

Dayika Mûşî ya bertek nîşanî terorîstan da got ku hûn çima qelemê ji destê keçikan derdixin û çekan didin dest wan

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 21.04.2021 - Rojanekırın : 22.04.2021
Dayika Mûşî ya bertek nîşanî terorîstan da got ku hûn çima qelemê ji destê keçikan derdixin û çekan didin dest wan

Muş

Li Mûşê çalakiya malbatên ku zarokên wan ji alî PKKya rêxistina terorê va hatine revandin û HDPê berpirsê vê yekê dibînin dewam dike û dayikeke di çalakiyê da hêstir ji çavan da dibarîn axivî û got: "Çima zarokên Selahattîn Demirtaş nabin. Ew zarokên xwe dişînin Almanyayê. Hûn çima çekan didin destê zarokên me. Hûn çima qelemê ji destê keçikan derdixin û çekan didin destê wan. Heyfa van keçik û zarokan nîne?"

Malbatên Teker û Ozcan ên ku piştgiriyê didin çalakiya dayikên Diyarbekirê li pêş Avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê ya Mûşê pankartên li serê "Partiya dijminê gel", "Hûn ê ewladên me bidin", "Ha HDP ha PKK", "Tirk û Kurd bira ne HDP qelaş e" û "Partiya Gel Dixapîne" nivîsîbûn vekirin.

Malbatên ku alayên Tirk û wêneyên zarokên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê hildane ev sê hefteye çalakiya xwe didomînin.

Şemsettîn Ozcanê di sala 2016an da kurê wî xapandine û revandine serê çiyê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ewladê wî ji alî HDPê va hatiye xapandin.

Ozcan axaftina xwe wiha domand: "Esker jî polês jî zarokên me ne. Ev çi ji me dixwazin, çi heqê wan li cem me heye. Dibêjin ku 'Em mafê Kurdan diparêzin'. Derew e. Ev dijminê Kurdan e. Peyê HDPyê neçin. HDP zaroka ji PKKyê ra dibe. Em vê qebûl nakin. HDP ji holê rabe, tu pirsgirêk namîne. Heta zarokên me neyên, em şev û roj li vir in. 13 esker û polês şehîd kirin. Ew zarokên kê bûn? Malbatên wan li Diyarbekirê bi me ra bûn. Hemû dayik giriyan seba wan zarokan. HDP zarokan teqîb dike, gazî terorîstan dike û dibêje 'were bira, van jî bibe.' Li cem me tenê alayek derbasdar e ew jî alaya Tirk e. Xwdê belayê bide kesê ku xayînetiyê li alaya Tirk dike."

Gulbahar Tekera dayik jî diyar kir, kurê wê di sala 2014an da hat revandin, heta ku hemû dayik negihêjin ewladên xwe, ew ê vê çalakiyê bidomînin.

Tekerê diyar kir ku ew zarokên xwe ji HDPyê dixwazin û wiha dewam kir: "Heke zarokên me neyên, em ê li vê derê, li Diyarbekirê, li Wanê, li Batmanê çalakiya xwe bidomînin. Ez ji wan natirsim. Bira HDP zarokên me bîne. Keçên 8-9 salî derdixin serê çiyê. Ji van keçan çi dixwazin. Namûs wiha ye? Lêgerîna mafên Kurdan wiha ye? Çima zarokên Selahattîn Demirtaş nabin. Zarokên xwe dişînin Almanyayê. Çekê jî didin destê zarokên me. Hûn çima qelemê ji destê keçikan derdixin û çekê didin destê wan. Heyfa van keç û zarokan nîne? Min 2 salan li Diyarbekirê çalakî domand. Xwedê ji dewleta me razî be, ji me ra derî vekirin."

Endamên Platforma Biratiyê ya Mûşê jî malbatên ku çalakiyê dikin, ziyaret kirin û piştgirî dan wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.