ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser telefonê sersaxî da malbata Midûrê Şaxa Lêkolînê û Bombe Îmhayê Beyazit Çekenê ku li Sultanbeyliyê di êrîşa terorê de hatibû şehîdkirin û polês Şahîn polat Aydinê ku li Silopiya navçeya Şirnexê hatibû şehîdkirin.
Li gor agahiyan Davutoglu telefonê jina Beyatiz Çeken Kubra Çekenê û bavê Şahîn Polat Aydin Suleyman Aydin kir.
Serokwezîr Davutoglu got ku rehma Xwedê li şehîdan be û Xwedê sebrê bide malbatan û wiha dewam kir: "Gelê me yê ezîz wê tu carî şehîdên me yên qehreman ji bîr neke."