Tirkiye

Danezana MGKê: "Geşedanên dawîn ên der barê hedefa Tirkiyeya Bêteror da hatin nirxandin"

Di danezana Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) da hat gotin ku "Geşedanên dawîn ên der barê hedefa Tirkiyeya bêteror da hatin nirxandin, biryardariya ji bo bi hesasiyet şopandina her merhaleya pêvajoya tesfiyeyê hat destnîşankirin."

Merve Yıldızalp  | 23.05.2025 - Rojanekırın : 23.05.2025
Danezana MGKê: "Geşedanên dawîn ên der barê hedefa Tirkiyeya Bêteror da hatin nirxandin"

Ankara

Di danezana Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) da hat diyarkirin ku geşedanên dawîn ên der barê hedefa Tirkiyeya bêteror da hatin nirxandin, biryardariya ji bo bi hesasiyet şopandina her merhaleya pêvajoya tesfiyeyê, bi awayekî mayînde ji rojeva welêt derxistina terorê, biryardariya ji bo ku yekîtî û bihevrabûna welêt bê tehkîmkirin û bigihêjin Tirkiyeyeke hêzdartir û murefeh hat destnîşankirin.

Bi Serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê civîna MGKyê hat kirin û piştî civînê danezan hat weşandin.

Li gor danezana ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat weşandin di civînê da di serî da PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DEAŞa rêxistina terorê operasyonên ku li nav welêt û dervayî welêt dijî her cure tehdîdên dijî yekîtî û bihevrabûna neteweyî û beqaya welêt tên kirin da agahî dan Lijneyê.

Di danezanê da hat gotin ku "Pêngavên dawîn û geşedanên dawîn ên der barê hedefa Tirkiyeya bêteror da hatin nirxandin, biryardariya ji bo bi hesasiyet şopandina her merhaleya pêvajoya tesfiyeyê, bi awayekî mayînde ji rojeva welêt derxistina terorê, biryardariya ji bo ku yekîtî û bihevrabûna welêt bê tehkîmkirin û bigihêjin Tirkiyeyeke hêzdartir û murefeh hat destnîşankirin."

Hat destnîşankirin ku di MGKyê da geşedanên li Sûriyeyê û rewşa dawîn hat guftûgokirin û ev hatin gotin:

Hat ragihandin ku dê piştgiriya xurt a bo hewldanên birêvebiriya Sûriyeyê yên li welêt pêkanîna îstiqrarê dê bidominînin û ji ber rakirina mueydideyên navneteweyî yên ku gelê Sûriyeyê mexdûr dikin kêfxweş bûn. Bal kişandin ser girîngiya berterefkirina teşebûsên dibe ku zirarê bidin yekîtiya siyasî û unîterî, yekîtiya axê û deshilatdariya Sûriyeyê.

Di danezanê da ev nirxandin hatin kirin:

"Hat diyarkirin ku Îsraîla ku li Xezeyê komkujî û dagirkeriyê didomîne digel Filsitnîê êrîşên xwe yên sîstematîk yên dijî Sûriye, Libnan û Yêmenê û armancênwê yên emperyalîst şeht li hewldanên aştiyê yên li Rojhilata Navîn didin û hat destnîşankirin ku aktorên navneteweyî divê berpirsyariyên xwe yên ji bo berterefkirina xetereyên ji ber polîtîkayên Îsraîlê derketine bi cî bîne."

Di danezanê da der barê Şerê Rûsya-Ukraynayê da ev hatin gotin:

"Hat gotin ku ji bo dawîlêanîna Şerê Rûsya-Ukraynayê ketin pêvajoyeke hesas; Tirkiye dê bi dîplomasiya aştiyê piştgiriya xwe ya bo aştiya navneteweyî bidomîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın