Atalay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew wek sazî 3 mehan carekê li bajarên cuda cuda cîvînan dikin, li ser vîzyona paşeroja saziyê nîqaşan dikin û di çarçoveya Zagona Bajarê Mezin de li ser xebatên ji bo pêşketina rojnameyên navçeyan disekinin.
Atalay daxuyand ku li Meclisê der heq înternetê de xebateke zagonê heye û wiha dewam kir:
"Mensûbên înternetê jî wê ji vir û şûn de wek rojnameger bên qebûlkirin. Di zagona Midûriya Giştî ya Enformasyona Çapemenî û Weşanê de jî guhertinek heye. Der heqê wan de bingeheke hiqûqî tê amadekirin. Li gor zagona ku hat guhertin, ji bo di çapemeniya înternetê de agahîdana reklam û danezanên giştî bike wezîfeyê didin Lijneya Çapemenî û Danezanê."