Tirkiye

Dê li herêma erdhejê xaniyê 250 hezaremîn bê radestkirin

Fatma Sevinç Çetin  | 19.06.2025 - Rojanekırın : 19.06.2025
Dê li herêma erdhejê xaniyê 250 hezaremîn bê radestkirin

Ankara

 Di çarçoveya "seferberiya avakirinê ya sedsalê da" ya piştî erdhejên 6ê sibata 2023yan a ku navend Kahramanmaraş bû, hatibû destpêkirin, îro bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Azerbeycanê Îlham Eliyev bi merasimekê ewê xaniyê 250 hezaremîn bê radestkirin.

Di merasima ku dê li Taxa Azerbeycanê li cihê xaniyên ku bi hevkariya Serokatiya Îdareya Xaniyên Komî (TOKÎ) û hikûmeta Azerbeycanê hatin avakirin da, ewê mifteya 49 hezar 56 beşên serbixwe ji xwedîmafan ra bên radestkirin.

Merasima ku dê bi temaya "Bi hev ra ber bi siberoja bi hêz" bê lidarxistin, ewê Serokomar Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Eliyev tê da beşdar bin.

Di merasimê da ewê peywendiya zindî bi AFADê ra bê kirin û pişk bê avêtin, dê li Meletî, Adiyeman û Hatayê bi hevwextî radestkirina mifteyan bê kirin.

Serokomar Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Eliyev jî ewê li navenda çandê ya ku dê li Taxa Azerbeycanê bê avakirin, bi peywendiya zindî beşdarî merasima danîna xîm bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın