Elif Irmak
09 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2021
Li Sariqamişa navçeya Qersê çêkirina peykerên ji berfê yên ku dê di çarçoveya çalakiyên sala 106emîn a Harekata Sariqamişê ya ku dê di 8-10ê rêbendanê bê lidarxistin xilas bû.
Ekîbeke 10 kesî ya ku ji hîndekar û peykersazên ji Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê û zanîngehên Bayburt, Mûş û Agiriyê pêk tên beşdarî xebata ku bi piştgiriya walîtî, Qaymeqamtiya Sariqamişê û Şaredariya Sariqamişê bi kordînasyona Muhammet Hanîfî Zengînê Hîndekarê Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Zanistên Tekinîkî ya Kazim Karabekir a Zanîngeha Kafkarê tên kirin, bûn.
Peykerên ku ji portreyên eskerên şehîd pêk tê û li herêma otêlan a etaba 1emîn a Navenda Kaşûnê Cibilteyê bi berfa ku bi 200 kamyonan anîn va hatin çêkirin piştî meşa temsilî dê ji hêla endamên protokolê va bê vekirin.