Tirkiye

Cotkarên Şanliurfayî dê bi projeya "Sera Kent"ê berhemên alternatîf hilberînin

Yasin Dikme  | 30.06.2022 - Rojanekırın : 02.07.2022
Cotkarên Şanliurfayî dê bi projeya "Sera Kent"ê berhemên alternatîf hilberînin

Şanlıurfa

Li Şanliurfaya ku yek ji bajarên girîng ên çandiniyê yên Tirkiyeyê ye, berhemên ku di çarçoveya projeya "Sera Kent"ê da tên hilberîn dê ji bo cotkaran bibin dahata alternatîf.

Li Şanliurfaya ku li ser 6,5 milyon dekar erdî çandiniya dan û dexlê tê kirin, ji sedî 36ê hilberîna nîsk, ji sedî 10ê hilberîna genim, ji sedî 15ê hilberîna ceh a Tirkiyeyê tê kirin. Li bajarê ku ji xeynî dan û dexl, pembû û sebze jî tên hilberîn, ji hêla saziyên qamûyê qederek xebat tên meşandin ku cotkar berhemên alternatîf jî bireşînin.

Di vê çarçoveyê da Şaredariya Eyyubiyeyê bi hevkariya Serokatiya Rêveberiya Pêşketina Herêma GAPê û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê va projeya "Sera Kent"ê da destpêkirin da ku li herêmê celebên berheman bên zêdekirin û her wisa îstixdam û mefadariya aborî were xurtkirin.

Di çarçoveya projeyê da qedera 3 meh berê li ser 10 donim erdî 3 sera hatin avakirin. Di serayên ku sebzeyên wekî tametês, îsot û xiyar tên çandin, ji bo hilberîna berhemên alternatîf jî wekî gava ewil li ser 250 metrekare erdî ji bo ceribînê fêkiya ejder hat ajotin. Di serayan da her wisa nebatên wekî zambaq, nêrgiz, guldexwîn, simbil tên danîn da ku celebên nebatên herêmê dewlemend bibin.

Şaredar Mehmet Kuş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku Şanliurfa ya ku yek ji bajarên sereke yên çandiniya Tirkiyeyê ye, bi pembû û her wiha dan û dexl tê binavkirin û li welêt fistiqên Entabê herî zêde li wir tên hilberîn.

Kuş bal kişand ku tametês, îsot û xiyarên serayên ku van dawiyan hatin avakirin, aboriyê bi awayekî cidî mefadar dikin.

Kuş qala projeya ku dan destpêkirin kir û wiha got, "Di çarçoveya projeyê da em berhemên ku li Şanliurfayê qet nehatine ceribandin diceribînin. Bi projeyê va ji xeynî xurtkirina îstixdam û aboriyê, em li herêmê xebatên hilberîna berhemên alternatîf jî dimeşînin. Me wekî destpêk, fêkiya ejder çand û şitlên me hêşîn bûn. Me bazara wê jî ava kir. Em ê fêkiyên ejder ên vir 9 meh şûnda îxrac bikin. Înşelah ber û berhema wê dê zêde be. Em ê di serayan da nebatên wekî zambaq, nêrgiz, guldexwîn û simbilan jî daynin û bidin cotkarên xwe da ku li herêmê berbelav bibin."

Kuş bal kişand ku pirsgirêka sereke ya bajêr, bêkarî ye û wiha dewam kir, "Di serayên em ava dikin da em ê bi sedan jinan îstixdam bikin. Her wisa em dixwazin hejmara serayan derxin 17an."


​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın