Tirkiye

Çiyayên Arasê di bin mijê da man

Bülent Mavzer  | 18.11.2025 - Rojanekırın : 18.11.2025
Çiyayên Arasê di bin mijê da man Bülent Mavzer

Iğdır

 Mijê li Çiyayên Arasê pêça û dîmeneke bedew çêbû.

Çiyayên Arasê ku tixûbê parêzgeha Îdir û Agiriyê ye û heta Erziromê diçe, di her demsalê da bedewiyeke cihê xwe lê vedide.

Gelek siruşthez û werzişkar berê xwe didin çiyayan û bi taybet di vê demsalê da bi menzereya berf û mijê eleqeyeke mezin dikişîne.

Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenê di nava mijê da yê Çiyayên Arasê ku bilindahiya wê 2 hezar û 500 metro ye, kişand.

Yek ji siruşthezan Harun Cengiz anî ziman ku bi 13 hevalên xwe ra ji bo dîtina vê dîmenê bi lûtkeya Nîşankayayê ya Çiyayên Arasê va hilkişiyaye.

Cengîz destnîşan kir ku ew di vê demsala salê da, ji bo girtina fotograf û dîmenên di bin mijê da çalakiyan li dar dixin û got, "Di vê çalakiyê da, siruştê hemû bedewiya xwe nîşanî me da. Em di bin berf û mijê da hilkişiyan û me wêneyên bi rastî jî pir bedew kişandin. Em her kesî vedixwînin ku bedewiya Îdirê bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın