Tirkiye

Çiyayê Nemrûdê ji bo heyama turîzmê deriyên xwe girt

Li Çiyayê Nemrûdê yê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ji ber barîna berfê heyama turîzmê ya îsal bi dawî bû.

Abdullah Tel  | 26.12.2020 - Rojanekırın : 30.12.2020
Çiyayê Nemrûdê ji bo heyama turîzmê deriyên xwe girt Orhan Pehlül - Anadolu Ajansı

Adıyaman

 Li Kehtaya navçeya Adiyamanê Çiyayê Nemrûdê yê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ji ber barîna berfê heyama turîzmê ya îsal qediya.

Çiyayê Nemrûdê yê ku mazuvaniya Qraltiya Kommageneyê kiriye û 2 hezar û 150 metre bilind e bi barîna berfê dîmenên xweş derketin holê.

Çiyayê Nemrûdê ji bo heyama turîzmê deriyên xwe girt

Girê 150 metre firehiya wê û 50 metre jî bilindahiya wê ku tevlî peykerên qirase di bin berfê da man xweş xuya dikin.

Çiyayê Nemrûdê yê ku him bi peykerên ser xwe û him jî bi taybetiya xwe va balê dikşîne ji ber barîna berfê heyama turîzmê hat girtin.

Rayedaran gotin ku ji ber barîna berfê rêya derdikeve ser çiyê girtîne û wê heyama turîzmê jî heta meha adarê girtî be.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.