Tirkiye

Çiyagerên Wanî derketin serê Çiyayê Sîpan û yê Nemrûdê

Hakan Sarı  | 25.10.2021 - Rojanekırın : 26.10.2021
Çiyagerên Wanî derketin serê Çiyayê Sîpan û yê Nemrûdê

Van

 Komeke çiyager a endamên Civata Werzişên Çiya a Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê di heman rojê da derketin serê Çiyayê Sîpan ê 4 hezar û 58 metre bilind û her wiha Çiyayê Nemrûdê yê 2 hezar û 290 metre bilind.

Di çarçoveya projeya "Li 10 Zîrweyan Xwendina 10 Parzemînan" a ku ji hêla zanîngehê hat amadekirin da 4 çiyager li kampusê hatin cem hev.

Çiyager bi wesayîtê hatin ber pêşa Çiyayê Sîpan, amadekariyên xwe temam kirin û dû ra dest bi hilkişînê kirin.

Çiyager di 3 saetan da derketin serê çiya, qederekê li vir man û dû ra vegeriyan ciyê kampê.

Çiyager pey ra bi wesayîtê derbasî Çiyayê Nemrûdê bûn û di saetekê da derketin serê çiya.

Hîndekarê Beşa Mamostetiya Perwerdeya Laş û Werzişê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Mustafa Bingol ji rojnamegeran ra diyar kir, ew di rojekê da bi hilkişîneke dijwar va derketin serê du çiyayan û wan tiştekî ewil pêk anî.

Bingol bal kişand, di çarçoveya projeya navborî da ji bo balkêşanê, ew hilkişiyan serê çiyayê Sîpan û yê Nemrûdê û wiha got, "Em ewil derketin serê Çiyayê Sîpan. Em di 3 saet û 15 deqîqeyan da derketin serî. Dû ra ekîba me ji bo derketina serê Çiyayê Nemrûdê amadekariyên xwe temam kirin. Li navçeya Elcewazê piştî navbereke kurt, em derbasî Nemrûdê bûn. Em di saetekê da jî gihîştin serê wê. Em wekî ekîb kêfxweş in ku em derketin serê herdu çiyayan."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.